Qedexeya derketina derve li bajarokê Hecîn hat ragihandin

Meclisa Sivîl a Dêrazorê li bajarokê Hecîn qedexeya derketina derve ya giştî ragihand.

Li bajarokê Hecîn ê gundewarê rojhilatê Dêra Zorê jî qedexeya derketina derve ya giştî hat ragihandin.

Li gorî biryarnameya Meclisa Sivîl a Dêrazorê, qedexe ji îro ve dest pê dike û heta 15’ê vê mehê wê bidome.

Hemû cihên giştî, dikanên bazirganiyê û pîşesaziyê, sûk û cihên olî hatin girtin.

Her wiha xebatên hemû saziyên sivîl ên girêdayî Meclisa Sivîl a Dêrazorê jî rawestiyan.

Navendên tenduristiyê yên giştî û taybet, dermanxane û saziyên ku pêwîste karê wan berdewam bike, navkevin nava biryarê.

Ji bo kombûn li ser firanan çênebe jî wê endamên meclisên taxa nan li şêniyan belav bikin.

Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Gel a Hecînê bang li şêniyan kir ku li gorî biryaran tev bigerin.

Back to top button