Almanya: Tirkiye û Rûsya ji valetiya rêveberiya li herêmê sûdê digrin

Wezîrê Derve yê Almanya Hieko Maas diyar kir ku valetiya serokatî ya li Sûriye û Lîbyayê pêk hatî, ji aliyê Rûsya û Tirkiyê ve hatiye dagirtin.
Hieko Maas anî ziman ku ji bo ev yek dubare nebe, divê tevdîr werin girtin.

Maas di axaftina xwe ya ji bo rojnameya Der Spiegel kirî de got,

Vegera DYA li qada navnetewî wê gelek tiştan biguhere.

Ji ber em herdu li aliyê hevkariyê ne.

Wezîrê Derve yê Almanya anî ziman ku divê ew û Amarîka li kêleka hev karbikin û sedemê vê yekê jî ev tişt nîşan da: Weke li Lîbya û Sûriye çêbûyî valatiya rêveberiyê divê em ne hêlin. Ev valetî piştre ji aliyê Rûsya û Tirkiyê ve tê dagirtin.

Back to top button