Trump piştî Iraq û Efxanistanê leşkerên xwe ji Somalê vedikişîne

Piştî Iraq û Efxanistanê, Serokê DYA Donald Trump fermana vekişîna piraniya hêzên xwe yên li Somalê heta 2021’an da.

Wezareta Parastinê (Pentegon), têkildarî fermana Trump a ku dayî daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

Serok Trump ferman da Wezareta Parastin û Fermandariya DYA yên li Efrîqa ku heta 2021’an hêzên xwe yên li Somalê ji nûve bicih bikin.

DYA ragihand ku nêzî 700 leşkerên wan li Somalê hene lê bi îdiaya ewlekariyê têkildarî dîroka vekişîna wan ti agahî parve nekir.

Li aliyekî din rojnameya Wall Street Journal îdia kir ku leşkerên ji Somal vegerin, wê li baregehên leşkerên Amerîka yên li Kenya û Cibûtî werin bicihkirin.

Piştî hilbijartina 3 Mijdarê Trump Wezîrê Parastinê yê bi wekalet Christopher Miller, ji nişkave şand Somalê û bi leşkeran re hatibû gel hev.

Serokê DYA Trump beriya hilbijartinê ragihandibû wê hêzên xwe yên li Efxanistan, Iraq û Somalê vekişîne.

Back to top button