Gelê Kuweytê ji bo hilbijartina Meclisa Netewî çûn ser sindoqan

Ji bo hilbijartina Meclisa Netewî, Kuweytî di saetên sibehê de çûn ser sindoqan.

Hilbijartin di çarçoveya tevdîrên parastina ji vîrûsê de pêk tê.

Li 5 navendên ku ji bo dengdanê hatine diyarkirin, tevdîrên tund hatine girtin.

Dengdayîn li Kuweytê di saet 08:00 bi dema herêmî dest pê kir û heta seat 20:00 wê bidome.

Di hilbijartinê de, 26 jê jin 326 namzet ji bo kursiyên parlamentoyê yê di nava pêşbaziyê de ne.

Ji 326 kesan wê 50 endam werin hilbijartin.

Hêjayî gotinê ye ku serokwezîr ji aliyê Mîrê Kuweytê ve tê diyarkirin û ew jî hikumeta nû ava dike.

Lê bişertê ku yek ji endamên parlamentoyê be.

Back to top button