Vîrûsa Corona..Rûsya dest bi lêdana derziya “Sputnik V” a dijî vîrûsê kir

Li dijî vîrûsa Corona gelek welat û şirketan derzî dîtine.  Piştî Bêrîtanya, Rûsya jî derziya “Sputnik V” ya ku li dijî vîrûsê çêkirî, îro dest bi lêdana wê kir.

Navenda Pêşîgirtin û Kontrola Mikroban ya Vîrûs Corona ya Rûsya di daxuyaniya ku dayî de ragihand, di beşa yekemîn a lêdana derziyê de, wê kesên metirsî li ser jiyana wan heyî bikar bînin.

Di vê çarçoveyê de, wê bizîşk, fêrker û kesên di xebatên giştî de kar dikin werin derzîkirin.

Ev derzîkirin di demekê de hat ku roja herî bilind ya pêketiyên vîrûsê li welat hatin tomarkirin.

Di nava 24 derbasbûyî de, 28 hezar û 782 kes bi vîrûsê ketin.

Bi vê daneyê re jimara pêketiyên vîrûsê derket 2 milyon û 431 hezar û 731’an.

Serokê Rûsya Vladimir Putîn 2’ê Kanûnê fermana bikaranîna derziya li dijî vîrûsê dabû.

Derziya Sputnik V ya ji aliyê Rûsya ve hatî dîtin, beriya niha dest bi hilberîna wê ya giştî hatibû kirin.

Li Ewropa jî Bêrîtanya yekem welat bû, dest bi lêdana derziya li dijî vîrûsê kirî.

Back to top button