Li Japonya robot ji bo parastina ji Coronayê mirovan şiyar dike

Li Japonya, mirovan robotê ku çêkirine, ji bo parastina vîrûsa Corona û tevdîrên wê tê mirovan şiyar dike.  Kesê ku ji bo cilkirînê dikeve dikanê despêkê rastî robotekê tê.
Ev robot piştî temaşe dike ku ev kes maske pêre heye yan na, li nava dikanê digerêne.
Ger maske nebe, wî derbarê vîrûsê de agehdar dike û paşê li dikanê digerîne.

Robotê binavê Robovie ku ji aliyê navenda Kyoto ya Enstituya Lêkolîna Navnetewî ya Pêşketî ve hatî çêkirin, mirovan pêşwazî dike û li ser karanîna maskeyê agehdar dike.

Her wiha robot li cihê kombûn lê heyî jî dinêre û wan li ser navberê hişyar dike.

Robot li pêşiya kesê derbasî dikana cilkirînê dibe radiweste, temaşe dike û li ser ka cil li kîjan cihî ne û daxwaza wî alîkariyê pêre dike.

Robot derbarê cilên li dikanê de xwedî agahiye û dema pirs jê tê kirin jî bersiva wê dide û bi tiliya xwe jî rê cih nîşan dike.

Robot bi rêya kamera, sensor û alîkariya tekerlekan kar dike.

Robot niha li tîmek footballê ya herî mezin ya welat ji bo ceribandinê heta mehekê karê xwe dike.

Back to top button