ÇALAKIYA NASIR YAGIZ DI ROJA 97’AN DE YE

Li Başurê Kurdistanê jî çalakiyên greva birçîbûnê berdewam in.

Çalakiya bêdem û bêdorveger ya Nasir Yagiz û Fedîla Tok bi berxwedaneke xurt didome.

Li navçeya Kelarê jî hûnermend Cuma Kerîm ji bo hefteyekê ket greva birçîbûnê.

Berxwedana endamê nûnertiya HDP’ê ya li başurê Kurdistanê Nasir Yagiz di roja 97’an de ye.

Rewşa Nasir Yagiz ya tenduristiyê gelekî giran bûye.

Êdî nema dikare razê û nikare ji şûna xwe rabe.

Tevî ku bedena wî roj bi roj, kêlî bi kêlî dihele, Yagiz dibêje ku çalakiya wî wê bi ser bikeve û tecrîd wê bê rakirin.

Doktor Durê Mihemed Uren dibêje, rewşa tenduristiyê ya Yagiz giran e.

Yagiz heta niha 14 kîlo li xwe kêm kiriye.

Xwîna Yagiz di asteke normal de naherike.

Her wiha hevserokê Nûnertiya HDP’ê li Başûrê Kurdistanê Abid Îke di merasîme dewir girtina koma 49 de axivî û got:

Çalakiyên ku li tevahî cîhanê belavbûyîn cihê kêfxweşiyê ye.

Armanca çalakiyên greva birçîbunê ewe ku tecrîda li ser Rêber Ocalan were rakirin.

Metirsî li ser jiyana çalakvanên greva birçîbunê heye.

Divê ji bo vê yekê aliyên siyasî xwedî helwest bin.

Leave a Reply

Back to top button