
Li Ranyayê, hêzên ewlehiyê, 25 xwepêşander binçav kirin.
Duh, welatiyên navçeya Ranya û Qeladizê carek din li dijî nedana muçe û sistema hikûmraniya Hikûmeta Herêmê dest bi xwepêşandanan kirin.
Lê hêzên ewlehiyê êrîşî xwepêşanderên navçeya Ranyayê kirin û 25 xwepêşander bin çav kirin.
Li gorî heman çavkaniyê, hinek xwepêşander dema vedgeriyan malê, di rêde hatine binçavkirin.
Li bajaroka Qeladizê jî bi heman awayî hêzên ewlehiyê destwerdanî xwepêşandanê kirin û xwepêşandan bi dawî kirin.
Her wiha, xwepêşanderan duh jî, li navçeyên Çemçemal û Pîremegrun yên Silêmaniyê çalakiyek li dar xistin û nerazîbûna xwe li dijî nedana muçe û sîstema hikûmraniya nîşan dan.