Şûnwarnasê Gerînendetiya Şûnwaran yê Minbicê Ebdulwehab Şêxo diyar kir ku talankirina dewleta Tirk û çeteyên wê ji şûnwarên li herêmên dagirkirî re, dîroka Sûriyê tevî tune dibe.
Ebdulwehab Şêxo piştrast kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê şûnwarên li herêmên dagirkirî yên Sûriyê didizin û bazirganiyê pê dikin.
Şêxo destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk ji vê yekê, ew e nasnameya çandî û şaristanî ya şêniyên herêmê tune bike û dîroka wê ji holê rake.
Şûnwarnasê Ebdulwehab Şêxo da zanîn ku li Efrîna dagirkirî, binpêkirinên dewleta Tirk û çeteyên wê bi awayekî domdar, pêk tên û ev hemû jî li bêdengiya civaka navdewletî vegerand.