115 kesên din li herêmê bi vîrûsê ketin

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 115 kesên din bi vîrûsa Coronayê ketin 3 kesên din jiyana xwe ji dest da.

Hevserokê Desteya Tendrustiyê Dr. Ciwan Mistefa bîlançoya dawî ya vîrûsa Corona ragihand û tevî pêketî û qurbanan, başbûna 14 kesên din jî ji vîrûsê, eşkere kir

Tevî vê jimarê heta niha li herêmê, hejmara nexweşên Coronayê gihaşt 7 hezar û 178 kesî, ji wan hezar û 51 baş bûne û 200 kesî jî jiyana xwe ji dest daye.

Ji ber van daneyên rojane, Rêveberiya Xweser qedexeya beşî li tevahî herêmên Rêveberiya Xweser ragihand.

Back to top button