Çavdêriya Sûrî: Tirkiye hewildide ku jimareke din a çeteyan bişîne Lîbyayê

Şandeya navneteweyî li Lîbyayê ragihand ku Dîdargeha Diyaloga Siyasî ya lihevkirina li ser mekanîzmeyên bijartina desthilata rêveber, heta duşemê hat bipaşxistin.

Şandeyê da xuyakirin ku dengdan hat bipaşxistin, heta ku jimara beşdaran bigihîje 75 endaman.

Li aliyekî din, artêşa Lîbî diyar kir ku tevgera keştiyên şer ên Tirkiyê li kendava Sirtê hat şopandin.

Artêşê destnîşan kir ku ew heta niha pabendî lihevkirina agirbestê ne, lê eger rewşeke awarte derkeve ewê bê bersiv nemînin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan jî da zanîn ku zêdeyî 20 rojan e vekişîna çeteyan ji Lîbyayê rawestiyaye û bêtirî 7 hezar çete hêj li wir in.

Çavdêriyê anî ziman ku Tirkiye hewildide, jimareke çeteyên din ên Sûrî bişîne Lîbyayê.

Back to top button