Hevseroka DBP’ê Sebahat Tûncel jî kete gireva birçîbûnê

Hevseroka Giştî ya berê ya DBP’ê Sebahat Tûncel a girtî, biryar da ku li dijî polîtîkaya tecrîda li ser Rêber Ocalan bikeve greva birçîbûnê. li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê jî ambargoya dermanan danîne ser girtiyên di greva birçîbûnê de ne.

Greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger a girtiyên PKK û PAJK’ê ku li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan li zindanên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê 27’ê Mijdarê dane destpêkirin di roja 10’an de didome.

Hevseroka Giştî ya berê ya Partiya Herêmên Demokratîk DBP’ê Sebahat Tûncel, li Girtîgeha Bi Ewlekariya Bilind a Tîpa F a jimara 1 a Kandiraya Kocaeliyê ev 4 sal in lê girtiye, biryara ketina greva birçîbûnê da.

Sebahat wê di koma 3’yan a greva birçîbûnê de cih bigire.

Li heman girtîgehê, gerdiyanan bi ser qawûşên girtiyên siyasî yên Kurd ên weke Hevseroka Giştî ya berê ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag, Hevseroka berê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gulten Kişanak, Gulser Yildirim, Aysel Tûglûk, Sebahat Tûncel, hevserokên berê yên Şaredariya Dêrsimê Nûrhayat Altûn û Edîbe Şahîn de girtibûn, pirtûk û pênûs jî di nav de, dest danîn ser her nivîsên girtiyan.

Hate zanîn ku Sebahat di daxwaznameyeke xwe de daxwaz kiriye ku wê veguhezînin girtîgeha Îmraliyê ya ku Rêber Ocalan lê dimîne bê kirin.

Ambargoya dermanan danîn ser girtiyên di greva birçîbûnê de

Li dijî tecrîdê, li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê jî greva birçîbûnê hatibû destpêkirin.

Girtiyan ji malbatên xwe re diyar kirin ku li ser wan zext pêk tên û gotine:

“Derman û xwarinên ku divê bidin me, nadin.

Back to top button