Şandeya Parlamena Belçîkayê serdana Partiya Yektiya Suryan û goristana şehîdan kir

Şandeya ji Belçîkayê ku ev 2 roj li herêmê ye, duh serdana Partiya Yekitiya Suryan, Meclisa Malbatên Şehîdan û Rêxistina Însyatîfa Parastina Hiqûqî yên li bajarê Qamişlo kir. Di serdanan de ji şandeyê hat xwestin ku êrîşên dagirkeriya Tirk rawestîne û destekê bide herêmê.

Şandeya Belçîkî piştî serdana wan bi rayedarên Rêveberiya Xweser û MSD’ê, duh gera xwe li nava saz û partiyan dewam kirin.

Ji bo şopandin û naskirina rewaş pêkhateyên Suryan li herêmê jî, şandeyê serdan partiya Yekîtiya Sûriya kir û bi rayedarên wê re hevdîtin kir.

Tê zanîn ku pêkhateya Suryan ji ber êrîşên Tirkiyê, hin malbatên wan koçber bûn û dêrên wan hatin rûxandin, şandeyê derbarê vê yekê de agahî girt.

Şandeya Belçîkî, serdana goristana Şehîd Delîl Saroxan a ku di Têkoşîn û berxwedan li dijî DAIŞ’ê de şehîd bûne, kir.

Bi navê şandeyê George Dalmani gurzên gulan danîn ser gorên şehîdan.

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan Hêvî Seyid li gortistanê nerazîbûn nîşanî bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk da .

Şandeyê serdana navenda Rêxistina Însyatîfa Parastina Hiqûqî kir

Bi vê gavê re, ji bo sûcên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê yên hatine belgekirin nasbikin, şandeyê serdana navenda Rêxistina Însyatîfa Parastina Hiqûqî ya li Qamişloyê jî kir

Herdu aliyan, binpêkirinên ku hêzên dagirker li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de pêk tînin, sûcên hatine belgekirin û girîngiya darizandina çeteyên DAIŞ’ê nîqaş kirin.

Pêşniyar hate kirin ku desteka heqûqî ji kesên ku ji ber çeteyên DAIŞ’ê ziyan dîtine, were kirin.

Dibe ku îro şande serdana kampên li herêmê bikin.

Back to top button