“Komîteya şopandinê plana pêkanîna biryaran danî”

Seroka Desteya Rêveber a MSDê Ilham Ehmed da zanîn ku komîteya şopandina biryarên Kongreya Nîştimanî ya Şêniyên Cizîr û Firatê plannameyeke xebatê danî. Ilham teqez kir ku di asta yekemîn de Rêveberiya Xweser berprisa pêkanîn birayarên komîteyê ye.

Seroka Desteya Rêveber a MSDê Ilham Ehmed, behsa plan û makenîzmeya xebatên komîteya şopandina biryarên Kongreya Nîştimanî ya Şêniyên Cizîr û Firatê, kir.

Ilham Ehmed da zanîn ku komîteya şopandinê plana pêkanîna biryaran danî, û teqez kir ku di asta yekemîn de Rêveberiya Xweser berprisa pêkanîn birayarên komîteyê ye.

30ê Mijdara Borî Komîteya şopandina derencamên kongreya nîştimanî civîna xwe ya yekemîn li bajarê Hesekê lidar xist û 3 komîte ava kirin, erka wan çavdêriya xebatên komîte û desteyên Rêveberiya Xweser e.

Ev komîte jî, bi armanca berfirehkirin û pêşxistina xebatên Rêveberiya Xweser hat avakirin.

Ilham Ehmed: Rêveberiya Xweser ji pêkanîna biryaran berpirsiyar e

Ilham destnîşan kir ku wê Rêveberiya Xweser biryarên ku ji kongreyê derketine bi hemû date û pêdiviyên wê nîqaş bike, berdêlan pêşniyar bike û piştre dest bi pêkanîna wan biryaran bike.

Seroka Desteya Rêveber a MSDê got:

“Hin biryarên wekî yên girêdayî hêzên ewlekariyê, gumrik û hwd, wê di demeke kin de pêk bên, hin biryar jî hene wekî hilbijartin, amadekariyên wê û xebata ji nû ve sazkirinê, wê pêkanîna wan demeke dirêj bixwaze.”

MSD’ê 25ê Mijdara borî Kongreya Nîştimanî ya Şêniyên Cizîr û Firatê li bajarê Hesekê li dar xistibû û zêdeyî 300 kesî li ser maseyekê kom kir .

Di vê kongreyê de, bernameya dema pêş ji 17 xala hat derxistin ji xalên bingehîn pêşxistin û berfirehkirina Rêveberiya xweser bû.

Fermndarê giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî ev derencamên kongreyê weke, bernameya kar û xebatên sala 2021’an bi navkiribû.

Back to top button