Îdîl Ûgûrlû: Xwedîderketina li grevên birçîbûnê xwedîderketina li Azadiya civakê ye

Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan, bal kişand ser tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û destnîşan kir ku tecrîda li ser Ocalan rasterast girêdayî azadiya civakê ye, lewma piştgiriya ji bo grevên birçîbûnê yên li girtîgehan tê wateya xwedîderketina azadiya civakê. 

Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Îdîl Ûgûrlû bal kişand ser tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtîhehan dest pê kirine.

Îdîl, destnîşan kir ku her ku tecrîda li Îmraliyê kûr û giran dibe, zext û zoriyên li ser civakê jî zêde dibin û ev tişt anî ziman;

” Di bingehê talana li ser kedkar, jin û xwezayê de tecrîd heye. Lewra tekane muxatabê vê pirsgirêkê Birêz Ocalan e.
Gelê Tirkiyê nikare bêjin çi işê min ji pirsgirêka Kurd heye. Ev hemû wekî kevirên domînoyê, bandorê li hev dikin.

Îdîl Ûgûrlû: Em bibin dengê grevên birçîbûnê

Berdevka HDK’ê Îdîl, ji bo grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê li girtîgehan dest pê kirine jî got;

“Civak, divê xwedî li azadiya xwe derkeve. Azadiya civakê girêdayî azadiya Îmraliyê ye. Niha tevahiya civakê tê tecrîdkirin. Lewma divê piştgiriya grevên birçîbûnê bê kirin. Ev tenê ne pirsgirêka girtiyan e. Civak, divê dengê xwe li vî dengî zêde bike û xurt bike.”
BERXWEDANA GREVA BIRÇÎBÛNÊ YA LI DIJÎ TECRÎDÊ
ÎDÎL ÛGÛRLÛ:ÇARESERÎ LI ÎMRALIYÊ YE

Îdîl Ûgûrlû di dawiyê de got; Heger dilê we hebe di warê hiqûqa gerdûnî û aştiyeke mayinde de tiştekî bikin, ne hewce ye hûn peyaman ji YE an jî ji Bîden re bişînin. Mifte û hêza çareseriyê li Îmrali ye.”

Back to top button