DR. Îman Zehran divê li ser raporên sucên dewletaTtirk were seknandin

Profesora Têkiliyên Navneteweyî û Ewlehiya Herêmî Dr.Îman Zehran binpêkirina maf û sûcên li hêrêmên di bin kontrola dewleta tirk û komên girêdayî wê de tên kirin nirxand. Dr.Îman wiha got: “Pêwîst e mekanîzmayên şopandinê bên xurtkirin û li ser raporên sûcên dewleta tirk dike belge, bê rawestandin.

 

Li herêmên di bin kontrola dewleta tirk û komên girêdayî wê de ne gelek binpêkirina mafan û sûc pêk tên.

Li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê jin tên revandin, îşkencekirin û bi destdirêjiyan re rû bi rû tên hiştin.

Têkildarî mijarê Profesora Têkiliyên Navneteweyî û Ewlehiya Herêmî Dr.Îman Zehran a ji welatê Misrê ji ajansa Jinewsê re axivî.

DR. Îman Zehran: Zagonên navnetewî jinan naparêzin

Îman bal kişand ser zagonên mafên mirovan û wiha got:

“Di sala 2000’an de Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî di madeya 1325’an de biryarnameya di derbarê jin, aştî û ewlehiyê de gelek xal pejirandibû û têde banga zêdekirina beşdariya jinan dike.

Mixabin Zagonên Mafên Mirovan ên Navneteweyî di êrişên dewleta tirk û komên girêdayî wê de bi cih nehat.Çerxa navneteweyî nikaribû jinên kurd û hemû jinên li Sûriyê ji tundiya dewleta tirk biparêze.

DR. Îman Zehran: Divê biryarên navneteweyî ku parastina jinan dike, pêk werin

Dixtor Îman da zanîn ku pêwist e hemû biryarên navneteweyî û qanûnî yên ku parastina jinan dike pêk werin û got;

“Li herêmên ku dewlete Tirk dagirkirine, jin rojane bi kirirên bê exlaqî û mirovî re rû bi rû dimînin. Divê jin weke qurbanên pevçûnan neyên dîtin. Ji ber Jinên Sûrî û taybet ên Kurd wekî beşek ji civaka sivîl a rêxistinkirî, endamên tevgerên têkoşîn û berxwedanê, her wiha wekî aktorên pêvajoyên avakirina aşîtiyê ne. Lewma parastina jinan a li dijî dewleta tirk girîng e.”

DR. Îman Zehran: Divê zext li ser dewleta Tirk were zêdekirin

Profesora Têkiliyên Navneteweyî û Ewlehiya Herêmî Dr.Îman Zehran diyar kir ku divê li ser dewleta tirk zext zêde bibe û wiha bidawî kir;

“Hewcedariya wê afirandina makanîzmeyên pêkanîna biryaran û qanûan bi cih bîne, heye.

Qanûn heye û biryarên wê jî hene, lê têr nakin ku ji tundî û îşkenceya dewleta tirk re bibe asteng. Divê hemû ali biryarên NY yên derbarê rewşa civak, jin û zarokan de pêk binin.”

Back to top button