Di navbera Birîtanya û Misirê de peymana hevkariyê hate îmzekirin

Birîtanya ragihandin ku wan û Misir di warê siyasî, aborî, civakî û hunerî de peymanek hevkariyê îmze kirine.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Wezareta Derve ya Birîtanya ve hatî dayîn de, wiha hate gotin,

Di encama peywendiyên navbera Bêrîtanya û Misrê de, peymanek ya hevkariyê hatiye îmzekirin.

Li gorî peymanê, piştî derketina Birîtanya ji YE, wê şirketên wan bikarin bihêsanî berhemên xwe bigihînin nava bazarên Misrê.

Ev yek jî wê bibe sedema xurtkirina danustandinên aborî yên navbera herdu welatan.

Hikumeta Misir ji bo geşkirina aborî û leşkerî ya welat dest bi danustandinên bi welatên Ewropa re kiribû.

Serokomarê Misir El Sîsî serdana Fransa dike

Her wiha Serokkomarê Misirê Abdulfetah El-Sîsî wê serdana Fransa bike û serdan wê 2 rojan bidome.

Balkêşe ev serdan beriya civîna lîderên YE ya 10-11’ê Kanûnê ya ji bo cezakirina Tirkiyê tê.

Back to top button