Çalakiya Şengaliyan a destekdayîna Asayîşa Êzidxanê di roja 4’an de ye

Çalakiya ku xelkê Şengalê bi armanca destekdayîna Asayîşa Êzidxanê daye destpêkirin, di roja 4’an de ji aliyê komên ji Xanesor û Serdeştê ve hat dewirgirtin.

Xelkê Şengalê di çarçoveya çalakiyên dijî peymana Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê de li pêşiya avahiya Navenda Asayîşa Şengalê kon vedane.

Çalakiya bi dirûşmeya “Em hemû asayîş in” ku wê hefteyekê dom bike, di roja xwe ya 4’an de ye.

Îro çalakî ji aliyê komên ji Xanesor û Serdeştê ve hat dewirgirtin.

Xelkê Şengalê kom bi kom serdana konên çalakiyê dikin û piştgiriya xwe ya ji bo çalakiyê tînin ziman.

Îro jî Endamên Komîteya Tendirustiyê ya Şengalê serdana çalakvanan kir û piştgiriya xwe nîşan dan.

Kesên ku tevlî çalakiya konvedanê bûne bal kişand ser têkoşîna ji bo Şengalê hatî kirin û gotin:

“Bi berdêlekî mezin vînek hatiye avakirin, em rê nadin tine bibe.”

Back to top button