Şandeya Belçîkayê serdana kampa Waşokanî kir

Şandeya ji Belçîkayê ku ev 3 roj in li herêmê ye, îro serdana kampa Waşokanî ya ku koçberên Serê Kaniyê lêne kir. Endamê Parlamentoya Belcîkayê George Dalmani diyar kir ku armanca wan ji serdanê ew e ku peyama şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûrî û koçberan bighînin hikumeta Belcîkayê û Yekitiya Eworpayê.

Şandeya Belcîkayê ya ku ji 4 mehê ve li herêmê ye îro serdana Kampa Weşokanî kir û bi rêveberiya kampê re civiya.

Di civînê de berpirsê kampên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rojhat Elî axivî.

Rojhat Elî diyar kir ku heta niha ti rêxistineke navneteweyî yan jî mirovî alîkariya koçberan nekirine û wiha got,

Rêveberiya Xweser tevî derfetên xwe yên kêm jî alîkariya koçberan dike.

Piştî civînê şande di nava kampê de geriya û rewşa koçberan ji nêz ve şopand.

Hevserokê kampê Elaeldîn Elî diyar kir ku daxwaza koçberan tenê vegera li warên xwe bû.

Endamê Parlamentoya Belçîkayê George Dalmani jî ji televsiona mere axivî û behsa armanca serdanê kir.

George Dalmani diyar kir ku ewê peyama şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûrî û koçberan bighînin hikumeta Belçîka û YE’yê.

Back to top button