Şandeya Belçîka serdana Meclisa Rêveber a Cizîrê kir

Şandeya ji Belçîkayê, îro serdana Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê ya li navçeya Amûdê kir.

Şande ji aliyê hevserokatiya Meclisa Rêveber Nezîra Gewriyê û Telhet Yûnis ve hate pêşwazîkirin.

Di serdanê de rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî û herêma Cizîrê bi taybet di aliyên ewlehî, aborî û xizmetguzarî de hatin nîqaşkirin.

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Nezîa Gewriyê got, şandeyê piştgiriya xwe ji projeya demokratîk û rêveberiya xweser ya li herêmê nîşan da û diyar kir ku ew ê ji bo piştgiriya herêmê di aliyê siyasî û aborî de bixeibte û destekê pêşkêş bike.

Her wiha Şandeyê ji aliyê xwe ve got ew ji alîgirên projeya demokratîk û rêveberiya xweser a gelên herêmê ye.

Ev şandeya ji Belçîkayê ku beriya 3 rojan gihaşt deverê vê sibehê jî serdana kampa Waşokanî ya koçberên Serê Kaniyê kirin

 

Back to top button