Artêşa Lîbî: Em ji hemû rewşan re amade ne

Hikumeta Wîfaqê ya Ixwanî, hêzên xwe li rojavayê bajarên Sêrt û Cefrayê kom dike û çek, çete û alavên leşkerî vedughêze wan deveran.

Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê, fikarên xwe ji ber vê yekê anîn ziman û bi daxuyaniyekê teqez kir ku ew ji hemû rewşan re amade ne.

Artêşê di daxuyaniya xwe de diyar kir, ew pabendî agirbesta Cinêvê ya bi serperiştiya NY ne.

Di heman çarçoveyê de, fermandarê giştî yê artêşa niştimanî Xelîfe Hefter serdana Qahîrayê dike û çend hevdîtinan pêk tîne.

Parlamenterên Lîbî ku li bajarê Gidamis ê Mexribê dicivin jî, civîna xwe ya îro Duşemê, heta demeke din bi paş xist.

Back to top button