Li Hesekê rewşa awarte hat ragihandin

Rewşa awarte, ji ber kêmbûna rêjeya ava Hesekê hat ragihandin..
Qutkirina ava ku ji Stasyona Elok tê, zêdeyî 15 rojan bajarê Hesekê tî hiştiye.

Li gel vê yekê û ji ber kêmderfetên heyî yên nepeydakirina ava pêwîst, Odeya Awarte û Rêveberiya Giştî ya Avê ya bajarê Hesekê rewşa awarte ragihand.

Ev yek di wextekî de tê ku, karîna bîrên Himê di vî werzî de jî kêm bûye.

Herdu aliyên navborî hêvî ji aliyên peywendîdar kir ku bi lez destwerdan ji hêla rêxistinên navdewletî were kirin û pêdiviyên avê bi cih bînin.

Back to top button