Sedemên sepandina cezayan li dijî Tirkiyê tên nîqaşkirin

Sedemên sepandina cezayan li dijî Tirkiyê û arandinên wê li rojhilatê Deryaya Spî, îro ji aliyê wezîrên derve yên YE, tên nirxandin.

Civîna îro tenê ji bo nirxandinê ye, lê girtina biryaran wê roja Pêncşemê 10 Kanûnê, di civîna serokên welatên endam ên YE de pêk were.

Li gorî YE, tevî bangên wan ên rawestandina arandinan li rojhilatê Deryaya spî, lê Tirkiye lêgerînên xwe li herêmên binakok ên bi Yûnanistan û Qibrisê re, dewam kirin.

Hefteya borî, serokê Meclisa Ewropî Charles Michel, bang li Tirkiye kir ku dev ji lîstoka pisîk û mişk berde.

Hikumeta Yûnanî jî duh diyar kir ku Tirkiye bi welatên Ewropî re li ser serwerî û mafên serweriyê şer dike, ku çeteyan dişîne her derê û dest li welatan werdide.

Yûnanistanê hişyarî da jî ku, “eger Tirkiye ji aliyê Ewropa ve neyê rawestandin, ew ê encamên xwe yên xerab li ser têkiliyên Ewropa hebin”.

Back to top button