2 sînatorên Amerîkî banga cezakirina Tirkiyê dikin

Di demekê de ku serokê nûhilbijartî yê Amerîka Joe Biden, rexneyên tund li siyasetên dewleta Tirk dike, du sînatorên komarî banga cezakirina Tirkiyê ji ber kirîna pergala parastinê ya Rûsî S-400 dikin.

Ji ber kirîna pergala parastinê ya Rûsî S-400, du sînatorên komarî Lindsey Graham û James Lankford, daxwaz ji serokê Amerîkayê Donald Trump kir, ku cezayan li Tirkiyê bibire.

Rojnameya The Wall Street Journal li ser zimanê her du sînatoran da xuyakirin, ku di nav de endamin ji senatoya Amerîkî, gelek dîplomat û serbazên Pentagonê, ji ber kirîna S-400, hişyarî dabûn Tirkiyê.

Graham û Lankford got:

”Amerîka dê 100 firokeyên F-35 bidaya Tirkiyê, lê Enqere berî da Rûsya û pergala S-400, ku tenê ji bo xistina firokeyên F-35 hatiye çêkirin, kirî.

Tiştê nayê qebûlkirin ew e ku şêwermendên Rûs li nêzî van firokeyan bixebitin û radarên wan hemû agahiyên pêwîst ji bo xistina firokeyên F-35 bidest bixin.”

Her du sînatoran diyar kir ku Trump, hemû derfetên hemahengiya bi NATO’yê re li pêş Erdogan vekirin, lê Serokkomarê Tirkiyê ti hemahengî nekir.

Li gorî Graham û Lankford, Amerîka dê berjewendiyên xwe li dijî gefên Îran, Rûsya û Koreya Bakurî biparêze û divê Tirkiye encamên biryarên xwe yên şaş bizane.

Ev yek di demekê de tê ku, serokê Amerîka yê hilbijarî Joe Biden, ji ber siyasetên wê li Sûriye, Lîbya û Deryaya Spî, her wiha ji ber danûstandina wê bi NATO’yê re, rexneyên tund li Tirkyê dike.

Tê zanîn, li Amerîkayê qanûna Katsa ya rûbirûbûna dijminên Amerîkayê heye, ku li gorî wê, çi dewleta bazirganiyeke mezin bi Rûsya, Îran yan jî Koreya Bakurî re bike, divê were cezakirin.

Bi daxuyanî, hişyarî û gefên ceza-birîna li Enqereyê, ev serê salekê ye Amerîka vê mijarê dibe û tîne û tiştek bi ser tiştekî nexistiye..

Tirkiye jî her û her derdikeve û dibêje ew ê her dest ji pergala S-400 bernedin.

Ma di vê dema ji Trump re mayî, wê birêveberiya Amerîkayê karibe gefên cezakirinê bike pratîk?

Back to top button