Şandeya Belçîkî hîn li herêmê ye û bi armanca şopandina rewşa birîndarên şer û destekdayînê, serdana saziya wan kir.
Şandeyê bi hevserokatiya koordînasyona birîndarên şer û jmarek bijîkên çavdêriya nexweşxaneyên leşkerî re civiya.
Şandeya Belçîkî rewşa birîndaran nîqaş kir û soza destekdayîna bi birîndarên şer ji bo temamkirina dermankirinê li welêt da.
Her wiha şandeyê duh serdana Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê jî kir û rewşa herêmê di aliyên ewlehî, aborî û xizmetguzarî de nîqaş kirin.
Li gorî hevserokatiya Meclisê, şande piştgiriya xwe bi projeya demokratîk û Rêveberiya Xweser nîşan da û soza destekdayînê di aliyê siyasî û aborî jî de daye.