Li Êlihê zarokeke 15 salî rastî destdirêjiya leşker, polîsan hat

Piştî destdirêjiya li Dêrsim, Amed, Şirnex, Mêrdînê, vê carê li Êlihê dîsan bi destê leşker, polîs û cerdevanan bûyereke din a destdirêjiyê derket holê. 27 kes di nav de leşker, polîs, cerdevan li navçeya Kercos a Êlihê destdirêjî li zarokeke 15 salî kir. Lê dewleta Tirk biryara qedexeyê danî li ser bûyerê û ew ji ragihandinê re qedexe kir.

Li Bakurê Kurdistanê, dewleta Tirk destdirêjiyê, weke polîtîkayên dewletê xistiye pratîkê, dimeşîne.

Gelê Kurd hîn destdirêjiya li hember Gulistan Doku, Pinar gultenkîn, herî dawî jî Îpek Er a ji aliyê çawişê pişpor li Êlih pêk hatibû, ji bîr nekiriye.

Vê carê, heman tişt li Êlihê jî derket holê.

Li navçeya Kercos, zarokeke 15 salî ji ber êşa zik diçe nexweşxaneyê, derdikeve holê ku ev zarok ducanî ye û dest dirêjî lê hatiye kirin.

Piştî ajansa nûçeya “Jinnews” vê bûyerê dişopîne.

Zaroka rastî destdirêjiyê hatî, navê kesên ku ev sûc kirine, yek bi yek dibêje.

Weke her car, dîsa li pişt vê bûyerê, leşker, polîs û cerdevanên dewleta Tirk a dagirker derdikevin.

27 kes di nav wan de, leşker, polîs û cerdevan hene, destdirêjî li vê zaroka 15 salî kirine.

Tevî dayîna navên wan jî, lê dewleta destdirêjkar tenê navê 11 kesan xistiye lêpirsînê.

Ji bo parastina destdirêjkarên xwe ji edaletê, dewleta Tirk yekser biryara qedexeyê danî ser dosyayê û bûyer ji ragihandinê re qedexe kir.

Dewletê her wiha gef li nûçegihana “Jinnewsê” ya ev bûyer şopand, xwar û nûçeya li ser malperê jî asteng kir.

Lê ev bûyer li cihê xwe nema û torên medyaya civakî bi haştaga “#GercüşteNeOluyor” pêngavek da destpêkirin.

Parlementer û rêveberên HDP’ê jî di nav de, gelek kesan nerazîbûn nîşan dan û bang li dewletê kir ku destdirêjkaran neparêzin.

Back to top button