“Bûyerên li Başûr diqewimin bandoreke neyînî li Kurdan dikin”

Ji nûnerên KNK’ê yên li Rojava Silêman Hac Elî diyar kir “Nakokî û bûyerên li Başûrê Kurdistanê rû didin bandoreke neyinî li gelê Kurd dikin” û bang li aliyên ku ketine bin bandora dewleta Tirk kir ku hişyar bin. 

Silêman Hac Elî destnîşan kir ku dijminên gelê Kurd her tim hewl didin di nava partiyên siyasî de, sîxuran bi cih bikin da destkeftiyên gelê Kurd tune bikin.

Ji lew re Hac Elî dibîne ku divê hêz û partiyên siyasî pirsgirêkên xwe bi rêya diyalogê û ne bi hêzê, çareser bikin.

Hac Elî hişyar kir, ku divê hin aliyê siyasî, taybet ên dikevin jêr bandora dewleta Tirk zanibin ku ew ê bi vê yekê partiyên Kurdî tevdî lawaz û ji hev bixin.

Nûnerê KNK’ê bang li hemû partiyên siyasî kir ku dûrî şerê Kurdî-Kurdî bikevin.

Back to top button