Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê di 27’ê Mijdarê de ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Ocalan dabû destpêkirin, di roja 11’an de ye.
Girtî Mehmet Abay û Vedat Baktaş ên li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1 a Tarsûsê di girevê de bûn, ji malbatê xwe re ragihand ku koma 3. grev dewir giritiye.
Girtiyên navborî anîn zimên ku ew ê tecrîda mirovî bişkînin û her ew ê li ber xwe bidin.
Her wiha hate ragihandin ku girtiyên di girtîgeha Oltu ya Erzoromê jî ketine gireva birçîbûnê.
Beriya 2 rojan, hevseroka Giştî ya Berê ya Partiya Herêmên Demokratîk-DBP’ê Sebahat Tûncel jî li Girtîgeha Tîpa F a Jimara 1 a Kandirayê tevlî çalakiyê bû.