“Divê hemû Êzidiyên cîhanê li dijî peymana PDK-Bexdayê dakevin qadan”

Hevserokê Nivîsgeha Karûbarên Ol û Baweriyan a herêma Cizîrê Cibêr Şêx Silêman banga naskirina fermî ya Asayîşa Êzidîxanê kir.

Cibêr Şêx Silêman diyar kir ku şêniyên Şengalê di aliyê leşkerî û sivîlî de dikarin xwe bi rê ve bibin û xaka xwe biparêzin, lewre divê naskirineke fermî bi Asayîşa Êzidxanê were kirin.

Şêx Silêman bang li tevahî Êzidiyên cîhanê kir ku li dijî peymana 9 Cotmehê derkevin, dakevin qadan û dengê xwe bigihînin raya giştî.

Back to top button