Li Idlibê şer û pevçûn û bomebarana balafirên Rûsya li ser herêmê ranawestin, ji ber êrîşeke li dijî bargeheke Tirkiyê jî, 2 çete û leşkerekî Tirk hatin birîndarkirin.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku balafirên Rûsî êrîşeke asîmanî li ser herêmê Şêx Behir li başûr-rojavayê Idlibê pêk anî.
Di heman demê de, balafirên keşfê li ser Cebel El-Zawiyê ya heman herêmê jî geriya.
Çavdêriyê da zanîn ku di encama topbaraneke nenas li dijî bargeheke dagirkeriya Tirk li bajarokê Ram Hemdan, 2 çete û leşkerekî Tirk hatin birîndarkirin.
Her wiha di topbaranê de zirarên madî gihiştin baregeha Tirkî.