KOMKUJIYA YELANQOZÊYEKEMÎN SALVEGER WÊ YE, 199 KES ŞEHÎD Û 600 BIRÎNDAR

Dewleta Tirk a dagirker Gundê Yelanqozê ji neçariya hember berxwedana gelê Efrînê ya 58 rojan bê çare mabûn, komkujiyek pêk anî.

Îro salek di ser vê komkujiyê re derbas bû.

Sibeha 26’ê Sibata sala 2018′ an, balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker bombe li kargeheke dirûtina cilan û dikaneke cilên balê barand.

Di encamê de 6 sivîl şehîd bûn, ji wan yek tenê hate naskirin .

Li gel qetilkirina sivîlan jî, zerar gihîşt kargeha dirûtinê ku ji 17 makîneyan pêk dihat û binsaziya wê rûxiya.

Li gorî Meclisa Tenduristiyê ya Efrînê hejmara şehîdên sivîl ji 20’ê Çileyê heta 26’ê Sibatê ve anku heta roja komkujiya gundê Yelanqozê gihîşt 199’an û 601 kes jî birîndar bûn.

Leave a Reply

Back to top button