“Armanca komplogeran, şikandina vîna civaka Êzidî ye”

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî piştgiriya bi xelkê Şengalê re dewam dike.
Malbatên şehîdan û Yekitiya Jinên Ciwan destnîşan kirin ku ew li dijî komployên dewleta Tirk, hikumetên Iraq û PDK’ên yên li dijî Şengalê ne.
Hat diyar kirin ku komploger hewl didin îradeya civaka Êzidî tune bikin.

Helwestên şermezarkirina komployên li dijî Şengalê û civaka Êzidî didomin.

Îro di vê çarçoveyê de malbatên şehîdan li navçeya Tirbespiyê bi daxuyaniyekê hevpeyman û komployên li dijî gelê êzidî, şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşan-kirin ku dewleta Tirk, Iraq û PDK’ê şikandina vîna gelê Êzidî yê li Şengalê armanc dikin.

Her wiha hate diyarkirin ku divê hêzên siyasî yên Kurdistanê berpirsyariyên xwe yên dîrokî bi cih bînin, nehêlin ku armancên dewleta Tirk pêk were.

DÊRIK

Li herêma Dêrikê jî bi heman armancê bi dehan endamên Yekitiya Jinên Ciwan li meclisa bajarokê Berav kom bûn û daxuyaniyek da.

Yekitiyê bi rêya daxuyaniyê komplo û planên li dijî Şengalê şermezar kirin û weha got:

Divê cîhan bizane ku dijminê sereke yê gelê Kurd, dewleta Tirk a dagirker e.

73 ferman li dijî Şengalê pêk hatin, lewra divê gelê Kurd vê rastiya bi êş nas bike.

ŞEDADÊ

Girêdayî hema mijarê, Meclisa Malbatên Şehîdan a Şedadê jî daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku armanca sereke ji vê komployê şikandina vîna gelê li Şengalê ye û têkbirina tecrûbeya rêveberiyê ye.

Daxuyanî bi berzkirina siloganên şermezarkirina komployê û piştgirtiya Şengalê, bi dawî bû.

Back to top button