Li Venezuela hilbijartin..Gel neçû ser sindoqan û ji encama heyî Maduro biser ket

Li welatê başûrê Amerîka Venezuela ya ku di nava krîza aborî û siyasî de ye, serokê welat Nîcolas Madûro di hilbijartinên Meclisa Parlamanê de biser ket.
Li ser banga boykota ku ji aliyê mixalefetê ve hat kirin, rêjeya tevlîbûna hilbijartinê derdora jî sedî 30 bû.

Li welatê başûrê Amerîka Venezuela doh gel ji bo hilbijartina parlamentoyê çûn ser sindoqan.

Serokê Partiya Sosyalîst Nicolas Maduro ku 2015’an piraniya perlementeran winda kirî, careke din hêz xist destê xwe.

Konseya Hilbijartina Netewî di daxuyaniya ku dayî de serkeftina Maduro ragihand.

Konseyê diyar kir ku li gorî rêjeya tevlîbûnê ji sedî 68 Maduro biser ketiye.

Lê rêjeya tevlîbûna hilbijartinê ji ya her demî kêmtir bû.

Lîderê mixalîfan Juan Guaido yê ku piştevaniya xwe ji DYA digre diyar kir ku rêjeya tevlîbûnê ji sedî 31″e.

Li gorî encama derketî, Maduro yê ku di sala 2015’an de li pêşberî mixalifê bibin ketî û piraniya endamên Meclisa Netewî winda kirî vê carê serkeftinek bidest xist.

Di hilbijartinê de, ji sedan partî bi qasî 14 hezar namzet ji bo 227 kursiyên Meclisa Netewî ketin pêşbaziyê.

Tevî boykota Guaido beşek ji mixalîfên ku çûn ser sindoqan ji sedî 18 deng standin.

Velezuela di nava krîzek kûr ya aborî û siyasî de digevize.

Li welat ji Mijdara 2019″an ve, bihabûna û bênirxbûna pereyê welat ji sedî 4 hezar zêde bûye.

Back to top button