JI BER NAKOKIYÊN PDK’Ê Û YNK’Ê KERKÛK BÛYE QURBANÎ

Hevserokê Tevgera Azadî yê Kerkûkê Komel Sermend diyar kir ku ji ber nakokiyên di navbera PDK’ê û YNK’ê de bajarê Kerkûkê bûye qurbanî.

Piştî bûyerên 16’ê Cotmehê li Başûrê Kurdistanê sedî 51 ji xaka xwe winda kir.

Her wiha pirsgirêkên di navbera patiyên desthilat de jî zêde bûn.

Hevserokê Tevgera Azadiya Civaka Kurdisan yê Kerkûkê Komel Sermend derbarê mijarê de axivî û got;

Ji ber şerê desthilatdariyê yê di navbera herdu partiyên Kurd ên başûrê Kurdistanê PDK û YNK bajarê Kerkûkê bûye qurbanî.

Pirsgirêka Kerkûkê girêdayî avakirina hikumeta başûrê Kurdistanê ye.

Hevserokê Tevgera Azadî Sermend têkildarî helwesta Tevgera Azadiyê jî wiha got;

Li gorî me pirsgirêka Kerkûkê pirsgirêkek taybet û diyar e.

Divê aliyên siyasî li ser pirsgirêka Kerkûkê di demek zû de li hev rûnin, têkildarî pirsa walî û meclîsa Kerkûkê li hev bikin.

Leave a Reply

Back to top button