Li Bakur û Rojhilatê Sûrî pêketina 77 kes û mirina 10 kesan hat ragihandin

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 77 rewşên nû yên bi vîrûsa Corona hatin tomarkirin û 10 kesan jî jiyana xwe ji dest da.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê Dr.Ciwan Mistefa diyar kir ku 77 kesên din bi vîrûsa coronayê ketin û 10 kesan jiyana xwe ji dest da.

Dr.Ciwan eşkere kir ku 7 nexweş jî baş bûn.

Li gorî van daneyên dawî, heta niha 7 hezar û 256 kes nexweş in, 210 mirine û hezar û 58 kes jî baş bûne.

Back to top button