Di xwepêşandana li Kifrî de ciwanek hat kuştin

Di xwepêşandana li Kifrî de xwepêşanderan komîteya malbenda YNK’ê şewitandin. Di encama gule reşandina hêzên ewlehiyê de xwepêşanderek jiyana xwe ji dest da.

Di saetên şevê de welatiyên bajaroka Kifrî ya Germiyanê dest bi xwepêşandanê kirin. Xwepêşanderan baregeha YNK’ê ya bajarok şewitandin û ber bi baregehên hizbên din de de dimeşin.

Di dema şewitandina baregeha YNK’ê de, di encama gulebarana hêzên ewlehiyê de ciwanek bi navê Ako Selman ê temen 17 salî bi giranî birîndar bû û piştre jiyana xwe ji dest da.

Niha jî xwepêşandar ber bi baregehên PDK’ê û Tevgera Goran de dimeşin.

Back to top button