Li sînorê Eyn Îsayê, artêşa Tirk baregeheke xwe ya nû ava kiriye, bi armanca hebûna xwe li herêmên dagirkirî û yên nêzî rêya M4 xurtir bike.
Di dîmenên ku hatine kişandin de, diyar dibe ku baregeheke artêşa Tirk tenê 2 km dûrî gundê Seyda yê Eyn Îsayê ye û bi satirên axê hatiye veşartin.
Ev baregeh ji 20ê Mijdara borî de hatiye avakirin, tê de burcekî çavdêriyê û kamerayên germî hene.
Di 3 hefteyên derbasbûyî de, bi sedan top ji vê baregehê avêtin derdora Eyn Îsa û gundewarên li ser rêya M4.
Di encama topbarana dagirkeriya Tirk de, 4 sivîl hatin kuştin û 14 din jî hatin birîndarkirin.
Li gorî çavkaniyan, artêşa Tirk a dagirker, dixwaze li van herêmên dagirkirî derdora 20 baregehan ava bike.