Şandeyek Tacikistanî gihaşt Bakur û Rojhilatê Sûriyê

Şandeyek ji Tacikistanê duh gihaşt Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi rayedarên Rêveberiya Xweser re civiyan. 

Şandeye ji balyozê Tacikistanê li Kuwêtê Dr.Zubeyd Allah Zubeydof, nûnerê wê Sebah El-Dîn û sekreterê sêyem li balyozxaneya Tacikistanê li Kuwêtê Reslan Cerîf, pêk tê.

Şande li navenda Buroya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat pêşwazîkirin.

Herdu aliyan rewşa herêmên Rêveberiya Xweser, xebatên siyasî û girîngiya çareserkirina aloziya Sûriyê, nîqaş kirin.

Her wiha girîngiya vekirina deriyê Til Koçerê ji bo gihandina alîkariyan ji şêniyên herêmê re jî bû mijara nîqaşê.

Back to top button