ÇETEYAN 2 ŞÊNIYÊN EFRÎNÎ BI SÛCÊ BAZIRGANIYA HIŞBIRAN REVANDIN

Kirinên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê her roj zêdetir dibin.

Vê carê jî bazirganiya heyberên hişbirê ji bo revandina şêniyan didin meşandin.

Malpera Çalakvanên Efrînê ragihand ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker şêniyê bi navê Şêxmûs Hisên Bekir û Mistefa Şewqî Bilal ji gundê Meydan Ikbisê ya navçeya Raco revandin.

Li gorî agahiyan, çeteyan ew êşkence kirin û bi sûcê bazirganiya hişbiran ew radestî polîsê leşkerî kirin.

Çavkaniyê diyar kir ku her du kes birin qaşo beşa dijî heyberên hişbirê ku li bajarê Ezazê ye.

Heta niha ti agahî der barê rewşa wan de nehatine.

Li aliyekî din, heman çavkaniyê ragihand ku çeteyên dewleta Tirk bi dehan darên zeytûnan li hinek zeviyên navçeya Cendirêsê dibirin.

Leave a Reply

Back to top button