Duran Kalkan: Divê hêzên derve têkoşîna greva birçîbûnê bi tenê nehêlin

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan da xuyakirin ku eger ku hêzên derve erka xwe pêk anîba wê gireva pirçîbûnê dest pê nekira, lewa bang li her kesî kir ku piştgiriyê bidin berxwedana zîndanan.

Endamê Komîteya Rêveber a-PKK’ê Dûran Kalkan, di bernameyek Taybet a Medya Haber TV de, axivî.

Gireva birçîbûnê û rewşa dawî ya Şengalê ji mijarên nirxandinê bûn.

Kalkan dibêje eger hîna zêdetir têkoşîn bihata kirin, wê hevrêyên wan ên li zindanan ew qas neketina zorê.

Ji lew re, Kalkan berpirsyariya vê yekê avêt ser milê xwe û tevahî civakê û bang li her kesî kir jî ku li dora berxwedana zindanan bibin yek.

27’ê Mijdarê, girtiyên PKK û PAJK’ê, li dijî Tecrîda li ser Rêber Ocalan, girêva birçîbûnê da destpêkirin.

Back to top button