Pêngava Îmzeyeyan li Rojhilata Navîn belav bûye

Pêngava Îmzeyan a bi pêşengiya rewşenbîrên Misirê bi slogana “Azadî Bo Ocalan” dest pê kiribû, li welatên Rojhilata Navîn jî belav bûye.
Bi sedan kesayet û rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê tevlî vê pêngavê bûn. Pêngav heta 15 Sibata 2021 dê berdewam bike.

Komek rewşenbîrên Misrê bi navê “Azadî ji Ocalan re” komîteyek ava kiribûn û di 1’ê Mijdara 2020’an de bi daxuyaniyeke nivîskî ji bo azadiya Rêber Ocalan pêngaveke îmzeyan dabû destpêkirin.

Ev pêngava bi pêşengiya rewşenbîrên Misirê, li welatên Rojhilata Navîn jî belav bû.

Di vê çarçoveyê de, ji bilî Misirê, li welatên din ên Ereban, Başûrê Kurdistanê û Tirkiyê jî bi pêşengiya rewşenbîr û kesayetên azadîxwaz îmze tên komkirin.

Li Başûrê Kurdistanê, ev 15 roj in pêngav ji aliyê kesayetên naskirî, siyasetmedar, akademîsyen, mamoste, hunermendan tê meşandin.

Siyasetmedar û parlementerê berê yê Iraqê Ebdullah Mela Nûrî ku yek ji wan kesên îmze avêtiye, xebat û têkoşîna rewşenbîrên Misirî ya ji bo Azadiya Rêber Ocalan silav kir.

Ebdullah Mela Nûrî wiha got:

“Xebata ku rewşenbîrên Misirê daye destpêkirin, ji bo mirovek ku hemû xebatên wî ji bo azadiya mirovahî, aştî, bihevre jiyîna gelan û demokrasiye ye.

Em vê xebata pîroz a Rewşenbîrên Misirî silav dikin.

Li gorî agahiyên ku “Komîteya Azadî ji Ocalan re” dane ajansa Nûçeyên Rojnews, pêngav wê heya salvegera Komploya Navnetewî ya li dijî Rêber Ocalan, ango heta 15’ê Sibata 2021’an bidome.

Back to top button