Artêşa Lîbî keştiyeke Tirkiyê li beravên El-Cebel El-Exder armanc kir

Artêşa Lîbî keştiyeke Tirkiyê li ava herêmî ya Lîbyayê armanc kir û taximê wê xiste lêpirsînê.
Ehmed El-Mismarî da xuyakirin ku ew pabendî agirbesta ragihandî ne û bang li gel kir ku nede pey binpêkerên agirbestê.

Dewleta Tirk bi her awayî hewldanên destwerdanê li karêbarên Lîbyayê dike.

Herî dawî, artêşa Lîbî keştiyeke Tirkiyê ku ber bi bendera Misratayê ve diçû, armanc kir.

Artêşa Lîbî da xuyakirin ku lêlûka deryayî keştiya Tirkiyê ya bazirganiyê ku ala komara Jamaicayê hildabû, li beravên devera Re’is El-Hîlal a El-Cebel El-Exder armanc kir.

Li gorî Odeyê Ragihadnin Cengê, keştiya navborî ji ber ku derbasî devera qedexekirî ya operasyonên leşkerî bûye, bersiv nedaye banga pêla naskirina nasnameyê û digel xeta 34 bakurî, peywendî û koordîne nekiriye, hat armanckirin û piştre ber bi benderê ve kişandin.

Artêşa Lîbî da zanîn ku keştiya Tirkiyê ji 9 deryavanên Tirkî, 7 deryavanên Hindistanî û 1 Azerbeycanî pêk tê.

Ji ber binpêkirina pergal û zagornên deryayî, taximê keştiyê niha di lêpirsînê de ne.

Mismarî: Em bi temamî pabendî agirbesta ragihandî ne

Li aliyekî din, berdevkê artêşa Lîbî Ehmed El-Mismarî destnîşan kir ku ew bi temamî pabendî agirbesta ku bi serpereştiya NY hatiye ragihandin in.

Ehmed El-Mismarî di kongreyeke çapemeniyê de da xuyakirin ku hin kes li ser binpêkirina agirbestê kar dikin, lewre divê gelê Lîbî nede dû wan.

Berdevkê artêşa Lîbî diyar kir ku serokê Tirkiyê Erdogan dixwaze xwe li Lîbyayê bi cih bike û baregehên leşkerî lê ava bike.

Her wiha agirbestê bo pêkanîna armancên xwe binpê dike û veguhastina çek û çeteyan bo rojavayê welêt, didomîne.

Back to top button