Li Başûrê Îranê ji ber barîna zêde ya baranê lehî rabû û 9 kesan jiyana xwe ji dest da.
Berdevkê beşa lezgîn ya Îranê Mucteba Xalidî di daxuyaniyekê de ragihand ku 9 kes di nav de7 li eyaletên Bûşêher û Hurmuzganê jiyana xwe ji dest da.
Ji derveyî herdu eyaletên navborî, Îsfehan û Xûzistan jî ziyanên lehiyê dîtin hîna xebatên lêgerîn û rizgarkirinê hene.
Di mehên Adar û Nîsana 2019’an de, ji 31 eyaletên Îranê, 25 li ber lehiyê çûn û herî kêm 76 kesî jiyana xwe ji dest da û ziyan bi derdora 2 milyar euro çêbûn.