Li bakur-rojhilatê Misirê 15 çete hatin kuştin

15 çete, di encama operasyonên cuda li Misirê de hatin kuştin.

Artêşa Misirê, îro bi rêya daxuyaniyekê ragihand ku, di encama operasyonên cuda yên artêşa Misirî li bakur- rojhilatê welat de, 15 çete hatin kuştin.

Her wiha berdevkê Leşkerî yê artêşê diyar kir ku nêzî 437 nuqteyên çeteyan jî hatine rûxandin.

Jixwe, di 30 meha Tebaxê de jî, hatibû diyarkirin ku, di encama operasyonên artêşa welat li bakurê Sînayê jî, 73 çete hatin kuştin û 10 erebe jî hatin teqandin.

Back to top button