TJK-E: JI bo darizandina dîktator Erdogan tevlî çalakiyan bibin

Ji bo darizadina dîktator Erdogan û rawestandina kuştina jinan, Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa TJK-E, banga tevlîbûna çalakiyên ku wê bên lidarxistin, kir.

Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa (TJK-E) bi daxuyaniyekê diyar kir ku wê di çarçoveya pêngava “100 sedem ji bo darizandina dîktator” de, li gelek bajarên Ewropayê çalakî bên lidarxistin.

Ev çalakî wê 10’ê Kanûnê li Berlîn û Bruksel û 12’ê Kanûnê jî li Baselê pêk werin.

TJK-E’yê bernameya van çalakiyan eşkere kir û banga tevlîbûnê kir.

Back to top button