LEYLA GUVEN BI BIRYARDARÎ ÇALAKIYA XWE DIDOMÎNE

Her roja ku diçe vîn û îradeya çalakgerên di greva birçîbûnê de bihêz û xurtir dibe.

Ji van çalakgeran , pêşenga çalakiyên greva birçîbûnê Hevseroka KCD’ê Leyla Guven e .

Bi biryardariyeke xurt çalakiya Leyla Guven di roja 111’an de ye.

Li aliyê din Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclîsê heta niha bersiva daxwaznameya Leyla Guven nedaye.

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, bi armanca tecrîdkirina Rêber Ocalan bi dawî bibe di 8’ê mijdara 2018’an de ket greva birçîbûnê, ya bê dem û bê doveger.

Leyla Guven, tevî rewşa tenuristiya wê ya xerab jî lê dîsa di berxwedana xwe de bi israr e .

Leyla dibêje heta daxwaza wê ya rakirina tecrîdê bi temamî pêk neyê wê çalakiya xwe dewam bike.

Ji bo wê jî ev 111 roj in bi biryardarî çalakiya xwe dewam dike.

Bi heman armacê heta niha li 62 girtîgehan 317 girtiyên siyasî di greva birçîbûnê ya bê dawî û bê dorveger de ne.

Piştgiriya bi van çalakgeran re jî her roj mezintir dibe.

Duh Înîsîyatîfa Hevgirtina bi Zindanan ya Marmarayê ji bo piştgiriyê bide çalakiya Leyla Guven xwest li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê daxuyaniyekê bide.

Lê walîtiya Stenbolê ev yek qedexe kir.

50 ROJ IN MECLISÊ BERSIVA DAXWAZNAMEYA JI BO LEYLA GUVEN NEDAYE

Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş ji bo rewşa Leyla Guven daxwaznameyek da Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclîsê.

Beştaş diyar kir ku berpirsyariya dewletê ye ku şert û mercên jiyanî ji hemwelatiyên xwe re peyda bike û got:

Ev 50 rojin di ser daxwaznameya leyal Guven re derbas bû hêj kes bersiv nedaye daxwaznameyê.

Beştaş got:

Hikumet leyîstika xwe ya sê meymûn dewam bike, lê wê nikaribe xwe ji berpirsyariyê rizgar bike.

Beştaş anî ziman ku hikumet bi zanebûn bersiva daxwaznameyê nade û got:

Bi zanebûn ji rojeva xwe derxistine.

Leave a Reply

Back to top button