Li 15 gundên Başûrê Kurdistanê tundiya li ser jinê tune ye

Rêxistina Wadî ya Elmanî diyar kir ku 15 gund li Başûrê Kurdistanê tundî lê peyda nabe, ji van 5 gund dikevin sînorê Hewlêrê, 10 gundî jî dikevin sînorê rêveberiya Raperînê. Li Helebçeyê jî semînerke li ser tundiya li ser jinê hat dayîn.

Rêxistina Wadî ya Elmanî bi armanca hişyarkirina civakê li dijî tundiya li ser jinê serdana gelek gundên Başûrê Kurdistanê kir.

Rêxistinê piştî lêkolînan, gundên ku rêjeya tundiyê lê gelek kême yan jî qet lê nine destnîşan kir.

Li 15 gundên başûrê Kurdistanê qet tundiya li ser jinê nine.

Rêxistina Wadî Elmanî rêxistineke alîkariyê ya Elmanyaye, ji sala 1993’an li cih û demên qeyranan de alîkariyê dide welatiyan.

Projeyên herî giring ên rêxistinê ‘Li gund nebûna sinetê’ û ‘li gund nebûna tundiyê ye.

Rêxistinê ji Mijdara sala 2018’an heta Adara îsal di çarçoveya projeya ‘li gund nebûna tundiyê de serdana 498 gundan û 95 dibistanên li parêzgeha Hewlêr, rêveberiya Raperîn û Germiyanê kirin.

Di encama lêkolînan de derket holê ku li 15 gundan qet tundî nine.

Rêxistinê her gundekî ku serdana wê kiriye, li wî gundî 5 ta 10 semîner dane.

Li gorî rêxistina Wadî îsal bi taybetî di dema karantînaya virûsê de tundiya fizîkî û derûnî li ser jinan gelek zêdetir bûye, bîlançoya hatî diyarkirin jî ji sedî sed nikarin bêjin raste.

Li Helebçeyê semînereke li ser tundiyê hat dayîn

Di heman çarçoveyê de li Helebçe jî semînerek taybet li ser tundiya dijî jinan hate dayîn.

Di semînerê de hate gotin ku di saziyên ragihandinê de rêjeya karkirina jinan gelek kême, ji bo vê jî weke pêwîst mijarên girêdayî jinan nayên weşandin.

Rêvebera Sentera Geşe Mujde Ehmed axivî û got;

Tundî ne tenê kuştina jinan yan jî destdirêjiye.

Rojane bi gelek cûrên cûda tundî li jinan tê kirin.

Divê hemû rêxistin pêngavek hişyarkirina civakê bidin destpêkirin

Back to top button