Konfiransa 2. a Rojnamevanên Jinên Kurdistanê (ROJIN)

Rojnamevanên Jinên Kurdistanê (ROJIN) bi tevlîbûna 30 delgeyên jinên rojnamevanên saziyên çapemeniya Kurd li Ewropayê, konfiransa xwe ya 2’emîn lidarxsitin.Konfirans girîngî da rola jinê di çapemiyê de û çawayîna pêşketina wê.

Rojnamevanên Jinên Kurdistanê (ROJIN) di 5’ê Kanûna sala 2018 li paytexta Belçîka Birûkselê hat avakirin.

Bi armanca pêşketina rola jinê di çapemiyê de, Rojnamevanên Jinên Kurdistanê (ROJIN) konfiransa xwe ya 2’emîn bi tevlîbûna 30 delgeyên jinên rojnamevan hat lidarxistin.

Di Konfiransê de xebatên du salan hatin nixandin û têkildarî siberoja çapemeniya jin a Kurd nixandinên berfireh hatin kirin.

Di nixandinan de bal kişandin ser rola kesî ya diyarker û ku pêwîstî bi avakirina weşangeriyeke rast heye.

Beşdaran diyar kirin ku jin armanc dike ku sîstemê ji bingeh ve biguherîne, tevî hemû êrîşên li ser wê tên kirin li ber xwe dide.

Di dewama nixandinên konferansê de bang li çapemeniya PDK’ê hat kirin ku xwe ji zayendîparêziyê rizgar bike, di weşangeriyekê ku berjewendiyên netewa demokratîk de kar û xebat bikin.

Konfiransa Rojnamevanên Jinên Kurdistanê (ROJIN) bi encamnameyekê bi dawî bû, hin ji xalên wê ev in:

Rojevkirina tevgerên jinên kurdistan û cîhanê, li herêmê jî rojevên nayên dîtin bi rêya çapemeniyê bên şopandin.

Li dijî komkujî û tundiya li ser jinê rêxistinkirin û xweparastin girîng e.

Kampanya Tevgera Jinên Kurd ên Ewopa (TJK-E) a ‘100 sedem ji bo darezandina dîktator’ hatiye destpêkirin, rojeveke esasî be.

Avakirina atolyeyên zanabûna îdeolojîk û pîşeyî ji bo jinan.

Li ser rastiya ku weşaneke dewlemend û yekbûyî ya jinê di rêya azadiyê de derbas dibe, bihêzkirina torên civakî yên xwecihî.

Weşangeriyek pir ziman û çand esas bê girtin.

Ji bo zimanê hevpar ê çapemeniyê bê kirin, ferhenga termînolojiya çapemeniya jinê bê amadekirin

Back to top button