Li Derya Spî keştiyên şer yên Almanya, Yunanîstan û Îtalya tetbîqatek leşkerî pêk anîn.
Li gorî çapemeniya Yunan, di tetbîqatê de Firqeteyna Hamburg a Alman, Keştiya Dewriye Cigala Fulgasi ya ya Îtalya û Keştiya Adrias Amiral ya Yunanîstanê amade bûn.
Di tetbîqatê de, oparasyonên xebatên asankirin û di hersê keştiya de çawaniya rizgakirina pilotan ya ji bo herêmên cuda hate kirin.
30 Mijdarê jî di navbera Mısır, Yunanistan, Îmarat, Fransa û Qibrisê de tetbîqatek ya bi keştî û hewayî pêk hatibû.