Lubnan..Xwepêşandêran gelek rêyên sereke yên paytex Beyrûtê girtin

Li Lubnanê xwepêşandêran bi sedema rakirina piştevaniyê ji ser kelûpelan û bihabûna dolar, gelek rêyên ber bi paytexta Beyrûtê ve, girtin.

Di demekê de ku têkildarî piştgiriya ji nirx û kel û pelan re, li qesra hikumetê civîna wezaretê li dar diket, xwepêşandêran rêya pêşiya Beyt El-Ketaib a navendî ya li Seyfî girt.

Piştî xwepêşandêran rê girt, hêzên têkoşîna li dijî tevliheviyê êrişî xwepêşandêrên kir.

Xwepêşandêran berê xwe da Wezareta Aborî ya li naverasta Beyrûtê û li wir ew protesto kirin.

Her wiha li qada Nûr a li Terablusê jî ji bo rakirina piştgiriya ji ard re xwepêşandan hebû.

Ji ber krîza aborî û siyasî ya li Lubnanê zêdeyî salekê ye alozî ranewestiyane.

Lê heta niha tevî hemû hewildanên rêveberiya welat ne kariye ji rewşa heyî re çareseriyê bibîne.

Back to top button